Raportên Peyamnêran Podcast By SBS cover art

Raportên Peyamnêran

Raportên Peyamnêran

By: SBS
Listen for free

Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. Pir caran, ev materyal ji hêla vegotinên sereke ve têne paşguh kirin.Copyright 2025, Special Broadcasting Services Politics & Government
Episodes
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî xatirê xwe ji cîhanê xwest
    Apr 2 2026
    Di 10ê Adarê de helbestvanê navdar, Ehmed Huseynî jiyan ji dest da. Ehmed Huseynî ji ber nexweşîna penceşêrê li bajarê Stockholm li Swêdê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Cenazeyê wî birin Amedê û li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevrêyên Huseynî, nivîsîkar, helbestvan, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn. Peyamnêra SBS Kurdî Hatice Kamer ji me behsa merasîmê dike.
    Show more Show less
    7 mins
  • Êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê berdewamin
    Apr 2 2026
    Îranê di nav aloziyên herêmî yên zêdebûyî de bi mûşek û balafirên bêpîlot êrîşî Herêma Kurdistanê dike, ku deverên li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê kirine armanc. Êrîşan li ser navendên leşkerî, binesaziyê û bi taybetî jî li ser mala serokê Herêma Kurdistanê xistine, û bûne sedema qurbanî û zirarên li deverên sivîl. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    Show more Show less
    9 mins
  • Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirin
    Mar 26 2026
    Li bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin.
    Show more Show less
    10 mins
No reviews yet